Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin

Werşeyên Desteya Enerjiyê hewl didin stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê careke din bixebitînin. Çaverê ye ku stasyon di çend rojên bê de bixebite. 

Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin
Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin
Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin
Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin
Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê ji nû ve tê xebitandin
20 tebax, 2024   13:44
QAMIŞLO

Stasyona kehrebeyê ya Til Hemîsê beriya 10 salan di encama êrişên komên çeteyan de wêran bûbû û rawestiyabû.

Saziya Kehrebeyê ya Til Hemîsê bi koordîneya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, Cotmeha 2023`yan piştî peydakirina amûrên pêwîst, dest bi xebatên sererastkirinê kiribû. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên stratejîk û stasyonên kehrebeyê yên kantona Cizîrê, di Mijdara 2023`yan û Çileya 2024`an de, xebatên sererastkirinê rawestiyan.

Stasyona Til Hemîsê kehrebeyê dide bajêr û 300 gundên girêdayî wê. Meha Tebaxê Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê, xebatên sererastkirinê ji nû ve dan destpêkirin.

Li gorî çavdêrên xebatên sererastkirinê, veguhêzên kehrebeyê bi temamî hatin guhertin û çaverê ye ku di çend rojên bê de stasyon bixebite.

Bi vê xebatê re, dê bar li ser stasyona Tawîl a başûrê Tirbespiyê sivik bibe ku kehrebeyê dide gelek beşên bajêr û gundewarên Til Hemîsê.

(şx)

ANHA