Li Dêrazorê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyon

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Xwecih, komîn û HPC'ê li bajarokê Cizra yê Dêrazorê çalakiyek li dar xist.

Li Dêrazorê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyon
Li Dêrazorê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyon
Li Dêrazorê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyon
Li Dêrazorê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyon
20 tebax, 2024   19:18
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarokê Cizra yê Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya dehan şêniyan, hat pêşkêşkirin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrazorê Elî El Elî axivî û diyar kir ku armanc ji çalakiyê şîrovekirina komploya navneteweyî û eşkerekirina rastiya wê ye. Her wiha pênasekirina Rastiya Rêbertî ye ku jiyana xwe kir xizmetî çanda fikra demokratîk.

Şêniyê bi navê Mihemed El Hanî got: "Me di vê sînevîzyonê de gelek tişt li ser Rêber Abdullah Ocalan, fikrên wî û komploya li dijî wî nas kirin. Fikrên wî ne tenê ji bo gelekî lê belê fikrên mirovî yên cîhanî ne."

(mh)

ANHA