‘139 DAIŞ’î di nava çeteyên dewleta Tirk de ne’

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 139 DAIŞ’î hene.

‘139 DAIŞ’î di nava çeteyên dewleta Tirk de ne’
20 tebax 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporek têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li herêmên dagirkirî di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker de tev digerin, parve kir. 

Di rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan de navên 139 çete û serçeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, hatine parvekirin.

Li gorî raporê, tevî serçeteyan 139 DAIŞ’î di nava çeteyên "Ceyş El Wetenî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de tev digerin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 139 DAIŞ’î li herêmên dagirkirî; Efrîn, Ezaz, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Cerablusê di nava çeteyên artêşa Tirk de tev digerin.

Di raporê de îşaret bi çeteyê bi navê Omer El Hecî Sultan û serçeteyekî din ê bi navê Ebû El Wefa El Tûnisê hate kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Çete Omer El Hecî Sultan yek ji DAIŞ’iyên nêzî serçeteyên DAIŞ’ê ye. Nasnameya wî sûriyeyî ye, niha li bajarê Girê Spî dimîne.  Ebû El Wefa El Tûnisî ku berê efserekî îstîxbarata Tûnisê bû, niha serçeteyekî DAIŞ’ê ye, li bajarê Serêkaniyê dimîne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî, Ebû Îbrahîm El Qureşî û Ebû Hisên El Qureşî li herêmên dagirkirî di operasyonên QSD û Koalîsyona Navneteweyî de hatibûn kuştin.

(bb)