Êrişên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin

Li Minbic û Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin. Bang li li NY’yê kirin ku li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bîne.

Êrişên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin
20 tebax, 2024   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Minbicê, Yekitiya Pîşesaziya Tenduristiyê û Dermansazan û Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a li Qamişloyê û êrişa li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê li pêşiya Nexweşxaneya Firatê bi amadebûna xebatkarên qada tenduristiyê ji aliyê bijîşk Îsa El Hemadî ve hat xwendin.

Daxuyaniya Yekitiya Pîşesaziya Tenduristiyê û Dermansazan û Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê bi amadebûna bi dehan xebatkarên qada tenduristiyê hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Pîşesaziya Tenduristiyê û Dermansazan a Kantona Reqayê ji aliyê hevserokê yekitiyê ve Ridwan El Elîbiyan ve xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku êrişên li ser sivîlan û qadên tenduristiyê sûcên dermirovî ne.

Di daxuyaniyan de îşaret bi peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina qadên tenduristî û xizmetguzariyê  hate kirin û hate gotin dewleta Tirk tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike.

Di daxuyaniyan de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û yên NY’yê hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bidin û li ber êrişan bigirin.

(bb)

ANHA

Reqa

Minbic