Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn

Jinên ji Efrînê diyar kir ku li dijî êrişên artêşa dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê dê berxwedana xwe  bidomînin.

Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
Jinên efrînî: Em bêyî xaka xwe nikarin bijîn
20 tebax 2024   05:23
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba û gundewarên Efrînê didomin. Jinên jî Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, ji ANHA'ê re axivîn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Fewziyê Hiso ku 6 sal e li Şehbayê dijî, diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her roj gundewarên Efrîn û Şehbayê topbaran dikin û got: “Em tu carî ji tank û topên dewleta Tirk û çeteyên wan natirsin. Em amade ne ji 7 salî heya 70 salî, şer bikin.”

Fewziyeyê axaftina xwe wiha domand: "Em bê zarok dikarin bijîn lê em bê ax na. Çi dibe bila bibe, em welatê xwe bernadin. Efrîn axa me ye û dê ya me be.”

Fîdan Wilo jî destnîşan kir ku berxwedana koçberên Efrînê ji bo vegera li Efrînê ye û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj êrişî Şehbayê dike, da ku vîn û berxwedana gelê Efrînê bişikîne. Lê bi êrişên xwe nikarin vîna me bişikînin, em ê her tim tê bikoşin û em teslîmbûnê qebûl nakin.”

Rozerîn Omer diyar kir ku mayîna wan a li bajarokê Til Rifet û Şêrewa ji bo vegera Efrînê ye û wiha anî ziman: "Koçberên Efrînê li Şehbayê di bin topbarana de dijîn.”

Qedriyê Menan Mistefa jî destnîşan kir ku êrişên li ser koçberên Efrînê ji bo şikandina vîn û berxwedana gelê Efrînê ye û wiha domand: “Wê têkoşîn û berxwedana gelê Efrînê berdewam bike, heta vegerin Efrînê. Êdî bes ji dagirkeriya dewleta Tirk re. Bila rêxistinên mafên mirovan dengê me bibihîzin.”

ANHA