Kongra Star: Biryara ’Doza Kobanê’ ji bo vejandina DAIŞ’ê ye

Meclisa Kongra Star biryara ’Doza Kobanê’ weke ’siyasî û ji bo parastina DAIŞ'ê’ nirxand û diyar kir ku ev biryar careke din îsbat dike ku Erdogan û Bahcelî DAIŞ’î ne.

Kongra Star: Biryara ’Doza Kobanê’ ji bo vejandina DAIŞ’ê ye
18 gulan 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryara desthilata Tirk a der barê ’Doza Kobanê’ de nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara der barê ’Doza Kobanê’ de hat dayîn carekedin îsbat dike bingehê dewleta Tirk a faşîst li ser dek û dolaban hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku li Tirkiye mafên mirov, jin, zarok û newetyên cuda nin in û dewleta Tirk di hişmendiya faşîst de israrê dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Hişmendiya faşîst a AKP-MHP'ê êdî ne tenê ji bo gelên Tirk û Kurd, di heman demê de ji bo cîhanê xetereyeke mezin e. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi tarîbûnê ve dibin, Tirkiye kirine zîndanek ser vekirî."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku  di doza Kobanê de careke din jî îsbat bû ku Erdogan û Bahcelî DAIŞ'î ne, serkêşiya wan dikin, xwedî hişmendiyek îslama siyasî ya tundraw in, qatilê jin û zarokan ne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, cezakirina  bi dehan endamên HDP'ê yên bûne sembola têkoşîna demokrasiyê jî nîşaneya vê siyaseta faşîst e û ev nirxandin hat kirin: "Ev biryarên hatine dayîn jî bi temamî siyasî ne û ji bo parastina DAIŞ'ê û ji nû ve vejînkirina wê ye. Di roja îro de bi dehan berpirsên DAIŞ'ê yên kujerên jin û zarokan bi awayekî azad li Tirkiye digerin û Erdogan parastina wan dike. Lê kesên rewşenbîr û demokrat yên ji bo civaka xwe rast û ji dil kar dikin di zîndanan de ne."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tahmûla AKP'ê ji azadî, pir çandî û azadiya jin re nîn e, lew ra bi pêşengtiya DAIŞ'ê dixwaze dewlemendiya Rojhilata Navîn û Mezopotamya tune bike, ji bo wê jî bi rêbazê faşîzmekî ji Hîtler derbaskirî ve, hemû rê û rêbazên kirêt bi kar tînin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vê yekê ku ji bo jin di nav siyaseta demokratîk de cih negrin û nebin xwedî biryar, wan kirine armanca xwe û bi awayekî vekirî dijminahiya wan dikin. Hate gotin: "Li Tirkiye jinên ku pêşengiya civakê dikin û li dijî hişmendiya dewleta zilam têdikoşîn, kirine zîndanan û dixwazin wan bê bandor bikin.  Em wekî Kongra Star van biryarên wan nasnakin, bi tundî şermezar dikim. Ji bo jin karibin hîn pirtir ji civakê re pêşengtî  û xizmetê bikin em ê di xeta siyaseta demokratîk û jina azad de îsrar bikin."

(bb)