Kongra Star daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Kongra Star daxwaza bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Kongra Star daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
11 cotmeh, 2025   12:26
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi amadebûna endamên kongreyê, Rêxistina Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, endamên saziyên sivîl û leşkerî hate dayîn.

Endama Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Renda Hisên û rêvebera Meclisa Kongra Star a Hesekê Medya Elî bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî peymanên Cinêv û qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Kongra Star pesnê ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare rêgeha aloziyan veguherîne rêgeha mafên siyasî, exlaqî û mûzakereyan ku ewlehiya gelên mîsoger bike.

Kongra Star di dewama daxuyaniyê de girîngiya pêkanîna qanûnên navneteweyî û çareserkrina pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogan destnîşan kir û got, çareserkirina pirsgirêka Kurd kilîta esasî ya pêşxistina demokrasiyê li herêmê ye.

Kongra Star bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên hiqûqî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê.

Kongra Star îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji kesên navdar e ku bawerî bi azadiya jinan anî, her wiha nirxandinên wî yên der barê vê mijarê de hatin bibîrxistin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

(bb)

ANHA