Piştî ragihandina kuştina Xameneyî li Bexda û Tehranê xwepêşandan

Piştî ragihandina kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, li  Iraqê hin kesan hewl dan êrişî Herêma Kesk a Bexdayê bikin, di heman demê de bi hezaran Îranî li Tehranê kom bûn.

Piştî ragihandina kuştina Xameneyî li Bexda û Tehranê xwepêşandan
1 adar, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Îranê bi fermî kuştina Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xameneyî ragihand li Bexda û li Tehran pêşketinên bilez çêbûn.

Serê vê sibehê, bi sedan Iraqiyan hewl dan êrişî Herêma Kesk a li Bexdayê biki ku balyozxaneya Amerîkayê lê ye.

AFP'ê ragihand ku bi sedan kes di dema xwepêşandanan de alên komên çekdar ên alîgirê Îranê bilind kirin.

 Li Îranê jî bi hezaran kes ku piraniya wan cilên rewş li xwe kiribûn ber bi Qada Inqilab a li navenda Tehranê ve çûn û xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran dirûşmeyên wekî "Bimire Amerîkayê" û "Bimire Îsraîlê" qîr kirin û wêneyên Xameneyî û alên Îranê jî hildan.

(k)