Di sibatê de 211 kes hatin kuştin

Di meha sibatê de 15 jê jin û 29 jê zarok, 211 kes li Sûriyeyê hatin kuştin.

Di sibatê de 211 kes hatin kuştin
1 adar, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand di sibata îsal (2026) de li Sûriyeyê zêdetirî 211 kes hatine kuştin. SOHR'ê da zanîn ku di nava vê hejmarê de 15 jin û 29 zarok hene.

Heman çavdêriyê sedemên kuştin wiha rêz kirin; şerê navxweyî, teqandina bê ser û ber guleyan, êriş, qetilkirinên li meydanan, bermahiyên şer û mayînan, sûcên cûr bi cûr, mirinên bi guman  û dîtina cenazeyan di gorên komî de.

(bb)