Bafil Talebanî: Yekgirtin girîng û pêwîst e

Serokê YNK'ê Bafil Celal Talebanî der barê bûyerên dawîn de peyamek weşand û girîngiya yekgirtinê destnîşan kir. Talebanî anî ziman ku ji bo parastina xelkê herêma Kurdistanê û Iraqê ew di nava têkiliyan de ne.

Bafil Talebanî: Yekgirtin girîng û pêwîst e
1 adar, 2026   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) der barê bûyer û pêşketinên dawî yên li herêmê de peyamek ji gelê Kurdistanê re sand.

Naveroka peyamê wiha ye:

"Welatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê;

Careke din, em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne. Wekî her car, ez piştrast im ku hûnê bihêz, berxwedêr û yekgirtî bimînin.

Ji bo vê yekgirtin girîng û pêwîst e. Em bi hemû aliyên Iraqî û Kurdî re di têkiliyeke berdewam de ne, bi taybetî Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), ku ji bo parastina xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji vê gefê hemû hewla xwe bidin.

Xwedayê mezin hemûyan biparêze."

(bb)