Piştî Koreya Bakur Pûtîn li Viyetnamê ye

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Koreya Bakur, gihaşt paytexta Viyetnamê Hanoiyê.

Piştî Koreya Bakur Pûtîn li Viyetnamê ye
20 hezîran 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gihaşt Viyetnamê. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, armanca serdanê "xurtkirina têkiliyên di navbera Moskov û Hanoiyê de” ye.

Ev cara pêncan e ku Pûtîn wek serokekê Rûsyayê serdana Viyetnamê dike. Duh çarşemê li Koreya Bakur bû û li gorî AFP’ê bi Pyongyangê re lihevkirineke parastinê ya hevbeş îmze kiriye.

Li gorî Reutresê, di serdana Koreya Bakur de, Pûtîn soz da ku Koreya Bakur biparêze û di wê serdanê de serokên her du dewletan "peymana hevkariya stratejîk a giştî" îmze kir. Pûtîn der barê vê de got di lihevkirinekê de bendeke têkildarî parastina hevbeş heye û divê her du dewlet li hember êrişên ji derve alîkariya hev bikin.

(şx)