Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel

Li Siwêdayê bi pêşengiya jinan çalakvanên siyasî û rewşenbîran, bi dehan kes li dijî Ebû Mihemed El Colanî ku xwe kiriye serokê Sûriyeyê, xwepêşandan li dar xistin.

Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
Piştî erkdarkirina El Colanî bo serokatiya Sûriyeyê li Siwêdayê bertekên gel
31 ÇILE, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî roja çarşemê 29’ê Çileyê xwe wek serokê Sûriyeyê diyar kir.

Li Qada El Kerama ya bajarê Siwêdayê bi pêşengiya jin, çalakvanên siyasî û rewşenbîran û nûnerên saziyên civaka sivîl bi sedan kes li dijî tayînkirina El Colanî wekî serokê Sûriyeyê xwepêşandan li dar xist.

Girse pankartên "Şoreş wê heya avakirina dewleteke nîştimanî berdewam bike”, “Meşrûiyeta El Colanî nîn e" û "Em meşa azadiyê bidomînin” vekirin.

Xwepêşandêran diyar kir ku nêzîkatiyên El Colanê dibin rewşa tevlihev û êşa sûriyeyiyan a ji ber rejîma berê mezintir bike û fikarên li ser siberoja Sûriyeyê wekî dewleteke demokratîk zêde dike.

(bb)