Piştî cîhazên banglêkirinê bêtêl teqîn: 20 mirî
Li Lubnanê piştî teqîna cîhazên banglêkirinê, bêtêl hatin teqandin. Di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 450 kes birîndar bûn.
Duh (Çarşemê) li paytexta Lubnanê Beyrûtê û başûrê Bîaqê bêtêl hatin teqandin.
Li gorî nûçeyan, Îsraîlê hemwextî bi hezaran bêtêl ên ICOM’ê yên Hizbullahê teqandin.
Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî piştî civîna li gel wezîrê tenduristiyê got: "Em bi dijminekî re didin û dîstînin ku tevahî qanûnên mirovî binpê dike. Raya giştî ya cîhanê kanî? Neteweyên Yekbûyî li ku derê ye? Em hewl didin Lubnan ji şer dûr bixin."
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed jî got: "Ezmûna dijwar a ku em duh û îro tê re derbas bûn, şiyanên tîmên bijîşkî yên li Lubnanê nîşan didin."
Hate diyarkirin ku di pêla duyemîn a teqînan de heya niha 20 kes mirine û zêdetirî 450 kes birîndar bûne. Bi vê yekê hejmara kuştiyên her du pêlan dibe 32.
Wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîbî diyar kir ku teqîna amûrên peywendiyan hişyariyên rûdana şerekî berfireh in.
(bb)