Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî

Koçberên Efrînê ku vegeriyan gund û malên xwe, rastî dîmena wêranî û talanê hatin. Wêneyên ji gundekî navçeya Şeran hatine, asta talan û wêrankirinê nîşan didin.

Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî
Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî
Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî
Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî
Li Efrînê malên talankirî û gundên wêrankirî
23 tîrmeh, 2026   06:55
EFRÎN

Tevî ku bi hezaran malbatên koçber ên Efrînê ji herêmên Kobanê û Cizîrê vegeriyan malên xwe, lê ji ber ku pir gund û mal ji hêla niştecihên biyanî ve hatine wêrankirin û talankirin, şêniyên resen nikarin vegerin malên xwe.

Şêniyên koçber ên ku vegeriyan gund û malên xwe li şûna keda xwe ya bi salan, gund û malên wêrankirî û talankirî dîtin.

Piraniya malan ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê wêran bûye, yên mayî jî ji hêla niştecihên biyanî ve hatine talankirin.

Malbatên koçber ên vegeriyane diyar kir ku niştecihên biyanî tiştên di hundirê malan de talan kirine, her wiha hesinên ku xanî pê hatine avakirin jî birine, lewma piraniya malbatan neçar in li cihên demkî, yan li ba xizmên xwe bimînin.

Dîmen û wêneyên ji gundê Duraqliya yê navçeya Şeran gihaştine ber destê me, asta wêranî û talana li gund nîşan didin.

Şêniyên gund got 8 melbatên Ereb ê ku birayên hev in, li gund niştecih bûbûn û gund li xwe parve kiribû. Wan malbatan di 8 salan de malên gund hemû talan kirine.

ANHA