Pisporekî hişyariya xetereyên pêvajoyeke nû ya vejîna DAIŞ`ê da

Pisporê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb diyar kir ku heta niha Koalîsyona Navneteweyî ji bo tunekirina jêderên çeteyên DAIŞ`ê û hawîrdora wan rola ku tê xwestin nelîstiye û heta vê kêliyê hêzên navneteweyî tev li çareserkirina vê pirsgirêka rastîn nebûne.

Pisporekî hişyariya xetereyên pêvajoyeke nû ya vejîna DAIŞ`ê da
23 sibat 2024   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Pisporê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb têkildarî pirsgirêka DAIŞ`ê li herêmê û xetereya wê ji ajansa me re axivî û got: "Hişyara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya der barê xetereya DAIŞ`ê de di cih de ye. Hilweşîna dewleta xîlafetê, nayê wateyê tunebûna vê rêxistinê. Rêxistin hîna heye, şaneyên wê çalak in. Ev bi xwe li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xetereyeke mezin e."

ˊEV HIŞYARÎ TÊRÊ NAKIN GAVÊN DIN PÊWÎST INˊ

Edîb diyar kir ku hişyarî têrê nakin û wiha domand: "Pêwîst e li hember xetereya vê rêxistinê bê sekinandin. Divê Koalîsyona Navneteweyî erkên xwe bi cih bîne. Li hember pêşketinên ku DAIŞ`ê di rêxistinbûyîna xwe de çêdike, amûr û taktîkên leşkerî biguhere, nemaze di vê pêvajoyê de."

Edîb ba lkişand ser sedemên sereke yên ku ji ber wê heta niha xetereya DAIŞ`ê berdewam e û got: "Hawîrdor û teşwîqên guncew sedemnên sereke yên hebûna DAIŞ`ê û berdewama wê ne ku heta niha hene û dikare tev bigere, li ser fikrên xwe berdewam bike yan jî êrişên terorîst pêk bîne. Ji vir xetereya DAIŞ`ê diyar dibe ku hawîrdora guncew a tê de ava bûye, hîna heye. Ev hawîrdor ji hebûna rêxistinê bi xeteretir e. Ji ber wê NY`yê ev hişyarî da."

ˊARTÊŞEKE NÛ YA ÇETEYAN DI NAVA KAMPAN DEˊ

6`ê Sibatê dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê bi dawî kir, eleqederiya kêm a civata navneteweyî nemaze rêxitin û saziyên navneteweyî yên têkildar rexne kir û diyar kir ku ev helwest çareserkirina vê pirsgirêkê zehmet dike.

Edîb destnîşan kir ku civata navneteweyî heta vê kêliyê tev li çareserkirina vê pirsgirêk nebûye û wiha domand: "Ev pirsgirêk, bûye bombeyeke demkî ku li ser ewlehiya cîhanê tev de xetere ye. Divê jêderên wê tune bibin, ew kesên tundrew li welatên xwe bên vegerandin û bên darizandin. Ew tev li civakê bên kirin an jî ji ber sûcên ku kirine, bên darizandin yan jî li gorî qanûnên wan welatan bi wan re mijul bibin. Lê ya herî girîng, ev jêder û hawîrdora ku zarok fêrî hunera terorê dibin tune bibe. Bawer im, di vê hawîrdorê de arêtşeke nûn ya DAIŞ`ê tê hazirkirin û ev xetereya herî mezin e."

ˊTEVGERA ZÊDE LI ROJAVAYÊ AFRÎKAYÊ Û LÊGERÎNA XÎLEFETEKE NÛ LI WIRˊ

Di heman çarçoveyê de, Edîb ji ber derbeyên leşkerî yên li rojavayê Afrîkayê çêbûne hişyarî da û got li gel lawazbûna pergalên siyasî yên li wir, ihtîmal heye DAIŞ`ê dewleta xwe li rojavayê vê parzemînê ragihîne.

(şx)

ANHA