'Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşên nû Îmralî veguhast çira'

Siyasetmedarên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dê hewldanên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşên din Îmralî veguhast çira."

'Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşên nû Îmralî veguhast çira'
23 sibat 2024   02:35
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Ji 25'ê Adara 2021'an de dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F de ragirtî ye, tecrîdeke giran dide meşandin û hevdîtina parêzer û malbata wî pê re qedexe dike.

Der barê mijarê de hin siyasetmedarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.

ˊPROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DERIYÊ ÇARESERKIRINA ALOZIYÊN ROJHILATA NAVÎN Eˊ

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulqadir El Şaban got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn tenê bi fîzîkî  gelê Rojhilata Navîn ji Rêbertî dûr xist da ku projeya neteweya demokratîk ku bi xwe deriyê çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e, têk bibe."

El Şaban wiha domand: "Pêkanîna Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziyên herêmê tov e. Îradeya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibe."

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane çalakiyên ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Herî dawî jî hemleya komkirina îmzeyan di 9'ê Sibatê de li dar ket da ku ev îmze ji bo meclisa Yekitiya Ewropayê bên pêşkêşkirin.

ˊTECRÎD SÛCEKÎ QIRÊJ Eˊ

Her wiha endamê rêveber ê PYD'ê Fadil El Ehmed der barê tecrîdê de got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a ji 25 salan ve hîn jî bi awayekî hovane didome. Ev tecrîd ji 3 salan ve hatiye girankirin û rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember wê bê deng mane."

ˊDIXWAZIN ÎRADEYA GEL TÊK BIBIN LÊ NIKARIN ARMANCA XWE PÊK BÎNINˊ

Endamê PYD'ê Faris El Şêt wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran li ser şexsa Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin da ku wî ji gelê wî dûr bixe û îradeya gel têk bibe. Lê belê ew nagihîjin armancên xwe. Rêbertî girtîgeha Îmraliyê ji bo nifşên din veguhast çira. Em jî bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in."

(mh)

ANHA