Li taxên rojhilat û rojava yên Dirbêsiyê îmze tên komkirin
Li navçeya Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hemleya komkirina îmzeyan dewam dike.
Li navçeya Dirbêsiyê hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan derbasî roja xwe ya duyemîn bû. Her wiha komîteyên dilxwaz serdana malan dikin û ji wan re armanca hemleyê şîrove dikin.
Komîte di roja xwe ya duyemîn de li komînên taxên rojhilat û rojava yên navçeyê geriyan.
(fr)