Pispora Têkiliyên Navneteweyî: Ji bo çareseriyê li Sûriyê diyalog girîng e

Pispora Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ebîr Selman diyar kir ku eger hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev li diyaloga neteweyî ya Sûriyeyê nebin diyalog nabe neteweyî got, paşguhkirin û dûrxistin çareseriyê peyda nakin.

Pispora Têkiliyên Navneteweyî: Ji bo çareseriyê li Sûriyê diyalog girîng e
22 îlon, 2025   07:25
HESEKE
HENAR ÎBRAHÎM

Heta niha hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê gavên yakalî davêje û vîna gelê Sûriyeyê paşguh kiriye. bi navê diyalogê kongreyek li dar xist, lê tenê alîgirên wê tev lê bûn. Ev geşedan hemû pirsek bingehîn derdixe holê: Gelo diyaloga ku tenê bi alîgirên hikûmeta veguhêz re pêk tê, dikare wekî diyalogeke neteweyî were pênasekirin?

Der barê mijarê de pispora têkiliyên navneteweyî Dr. Ebîr Selman, rave kir ku diyaloga neteweyî, di wateya xwe ya bingehîn de, divê hemû alî û pêkhateyên Sûriyeyê di nav de cih bigirin. Ebîr diyar kir ku diyalogek ku bi yekalî yan komekê ve sînordar be, nikare wekî neteweyî yan berfireh were binavkirin.

Dr. Ebîr Silêman di berdewama axaftina xwe diyar kir ku "Dema ku diyalogeke berferh li ser bingeha pirrengiyê pêk were, wê demê dê biryarên Sûriyeyî çi li hundir çi dever e bi wate bibin. Wê demê welatiyên Sûriyeyî hebûna xwe ser vê erdnîgariyê hîs bikin."

Dr. Ebîr Selman destnîşan kir ku tiştên berê di bin navê "Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê" de pêk hatin, negihîştin armancên rastîn ên ku jê dihatin hêvîkirin, û got, "Em hemû dizanin ku encam ne li gorî têkoşîna gelê Sûriyeyê bûn, ne jî li gorî hêviyên ku piştî hilweşîna rejîmê û avakirina hikûmetek nû bûn. "

Dr. Ebîr da zanîn ku di qonaxa heyî de hewce ye ku diyalogek neteweyî ya berfireh were destpêkirin ku bikaribe destûrek rastîn çêbike û hêviyên welatiyê Sûriyeyê pêk bîne, "Eger ravekirneke rastîn û zelal a komkujî û binpêkirinên ku di mehên borî hatine kirin tune bin, wê çareserî tune be. Berevajî vê, wê bibe weke ku em bi xwe bikenin. "

Dr. Ebîr diyar kir ku ji bo çareseriyê divê destpêkê rastî ji bo her kesî werin aşkerakirin, dûre jî çareseriyên şênber werin pêşkêkirin. Ebîr got: "Dirûşma herî guncaw ku em îro bilind bikin lêborîn û lihevhatin e. Gelek xwîn hatiye rijandin, û rûmet hatiye binpêkirin. Zarok û dîrok şahid in bê çi li Sûriyeyê qewimiye."

Dr. Ebîr Silêman di dawiya gotinên xwe de der barê xetera destwerdana derve di karûbarên Sûriyeyê de hişyarî da û got, "Her tiştê ku li Sûriyeyê, herêmê û bi giştî li Rojhilata Navîn qewimî û diqewime, encama destwerdana biyanî ye. Ji Peymana Sykes-Picot bigire heya niha em di bin bandora van destwerdanên biyanî de ne. "

(k)

ANHA