Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî

Ji temenê xwe 35 sal dane koşkariyê. Lê teknolojiya ku her roj zêdetir pêş dikeve, pîşeya wî ber bi dawiyê ve dibe.

Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
Pîşeya ber bi tunebûnê ve: Koşkarî
17 nîsan, 2024   07:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Pîşeya koşkariyê heta dema nêz jî yek karên sereke yên civakî bû. Gelek kesan bi çêkirin û sererastkirina pêlavan debara xwe dikir. Lê teknolojiya pêş dikeve, vê pîşeyê ber bi tunebûnê ve dibe. 

Li bajarê Kobanê gelek kêm kes mane ku koşkariyê dikin. Yên heyî jî zêde kar peyda nakin.

Ehmedê Gero an jî bi navê tê nasîn Ehmed Heysem li sûka Kobanê di dikanek biçûk de koşkariyê dike.

Ev pîşe ji bavê xwe fêr bûye û 35 sale didomîne. Bi gotina wî, beriya ku teknolojî evqas pêş bikeve, gelek kes dihatin dikana wan û pêlavên xwe didan sererastkirin.

Ehmed dibêje: “Di demên berê de me zembîl çêdikirin, pêlav sererast dikirin, yên kevin bûne me rû li wan dikir, pence dikirin. Lê êdî her tişt hazir tên kirîn.”

Ehmedê Gero dixwaze ku ev pîşe neyê windakirin û dibêje; “Ji ber vê yekê min dest ji karê koşkariyê berneda. Ez gelekî ji karê xwe hez dikim. Ji bilî wê nikarim karek din bikim. Debara xwe jî bi vî rengî dikim. Her kes ji karê destan hez dike, ji ber karekî baş e.”

(a)

ANHA