Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin

Nakokiyên domdar ên li ser parvekirina bacan ên di navbera malbata Esed de bandoreke giran li tevgera bazaran kiriye.

Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin
Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin
Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin
Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin
Nakokiyên malbata Esed bandorê li bazaran dikin
19 nîsan, 2024   06:17
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Firqeya 4’an a bi serokatiya birayê Beşar Esed Mahir Esed û nivîsgeha veşartî ya girêdayî hevjîna Beşar Esed Esma Esed li ser parvekirina bacên û xeracên li ser berheman ferz dikin, di nava nakokiyan de ne. Di encama van nakokiyan de gelek kel û pel li Helebê ya ku wekî paytexta aboriya Sûriyeyê tê naskirin, nemane.

Li gorî karmendên Odeya Pêşesaziyê ya Helebê, saktora ku herî zêde ya ji ber nakokiyên malbata Esed zerar dîtiye, cilên hazir in. Sedema vê yekê jî ew e ku kamyonên ta û cawan dereng tên Helebê, bi taybetî di navbera cejnên Remezan û Qurbanê de.

NAKOKÎ LI SER BACAN

Bazirgan ji bo ku pêwîstiyên cilan bê astengî derbasî bajêr bikin, her wiha ji bo ku agahiyên der barê rêjeya van kel û pelan de nedin, bertîlan didin Firqeya 4`an.

Li gorî bazirganan, ew neçar dibin kopiyekê ji wan agahiyan ji beşa çavdêriya diravî ya Nivîsgeha Veşartî re bişînin, lewra agahiyên der barê xwe de nadin bendan. Ev nivîsgeha ku ji aliyê kesê bi navê Elî Şalîş ve tê birêvebirin jî, bi awayekî veşartî der barê dahata bazirganan û sermiyanên wan de lêkolîn dikin.

Nivîsgeha Veşartî jî ji mecliseke biçûk pêk tê ku ji Qesra Serokatiyê ji aliyê Esma Esed vê tê birêvebirin. Nivîsgeha Veşartî, aboriya welêt kontrol dike, bi rêya wê hegemonya xwe xurttir dike û fînanseya pêwîst ji pergala desthilat a li welêt re dabîn dike.

Ji ber ku endamên Firqeya 4`an rişwetê li bendên kontrolê dibin, Nivîsgeha Veşartî nikare karê xwe baş pêk bîne û miqdara bacan kêm dibe. Ji ber wê nakokî di navbera wan de derdikeve. Ev xala sereke ya nakokiyê ye ku di encamê de Qesra Serokatiyê destwerdan kir û rê li pêşiya derbaskirina van madeyan heta demekê girt.

GIRTIN ZIRARÊ LI BERJEWENDIYA GIŞTÎ DIKE

Bazirganekî cil û bergan ku nexwest navê xwe aşkera bike, got ji bo ku bikare konteynireke caw derbas bike 15 hezar heta 20 hezar dolar dide Firqeya 4`an.

Bazirganan destnîşan kir ku ji bo xwe ji şantaja Nivîsgeha Veşartî van pereyan didin.

Ev rişwetên ku tên dayîn li lêçûna hilberînê zêde dibin, di encamê de nirxê cil û bergan biha dibe. Li gel wê jî, asta kirînê ya şêniyan jî kêm bûye ku ji sedî 90`ê wan di bin xeta xizaniyê de ne.

Li gorî çavdêrên rewşa aborî ya Sûriyeyê, heke nakokiya di navbera van her du aliyan de çareser nebû û qedexeya li ser hinartin û anînê ranebû, wê bihabûn û kesad çêbibe.

(şx)

ANHA