‘Bi berxwedanê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin’

Malbatên şehîdan diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her li ser pêyan bin û ew ê bi hêz û berxwedana jinan azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin.

‘Bi berxwedanê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin’
19 nîsan, 2024   02:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

3 sal e tu agahî Ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. CPT jî li hemberî vê yekê bê deng e. Têkildarî mijarê malbatên şehîdan ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Cîhan Hec Elî got: “Divê êdî hemû gel rabin ser pêyan, divê em tê bikoşin ta ku em agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan werdigirin.”

Hec Elî bal kişand ser tirsa dewletên desthilatdar a ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Dewleta Tirk ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber vê yekê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didin meşandin û nahêlin ne malbat û ne jî parêzerên pê re peywendiyê deynin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Qinê Nisrîn Îbrahîm jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan tê koşiya û wiha dewam kir: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo min çav, giyan û hêz e. Rêber Abdullah Ocalan jin gihandin vê astê, ji ber vê yekê em ê jî her tim tê bikoşin heta em rêberê xwe di nava xwe bi fîzîkî bibînin."

Nisrîn Îbrahîm wiha pê de çû: "Dema ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derket, erşa desthilatdariyê hejiya. Ji ber ku ew dewletên deshilatdar ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan ditirsin, ji ber vê yekê ev komplo li ser rêberê me meşandin û xistin nava çar dîwaran. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dîwarên Îmraliyê hilweşiyan.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Edûl Mehmûd Şêxzada anî ziman ku çawa ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan tê koşiya, ew ê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Edûl Mehmûd wiha axivî: "Ew dewletên desthilatdar ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin, ji ber vê yekê xwe bê deng dihêlin. Em jî bang li CPT’yê dikin ku divê tavilê agahiyekê li ser Rêber Abdullah Ocalan ji me re ragihînin. Heta ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe, em ê her û her li kolanan bin û li ber xwe bidin, heta azadiya Rêber Ocalan misoger bikin.”

ANHA