Pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî rojeva civîna li Qamişloyê bû

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê û Zanîngeha Rojava ji bo pêşxistina hevkarî û hevbeşiyê ji bo çareserkirina dozên xizmetguzarî û civakî, civînek li dar xist.

5 tîrmeh, 2025   23:55
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê û Zanîngeha Rojava, bi armanca xurtkirina hevkarî û hevbeşiyê ji bo çareserkirina pisgirêkên xizmetguzarî û civakî, civînek li dar xist. 

Di civîna li parka Drîm Land a bajêr hatiye lidarxistin de, gelek akademîsyek û profesor, xwendekar û şênî hazir bûn.

Hevseroka şaredariyê, Bêrîvan Omer civîn bi rê ve bir û bal kişand ser girîngiya tevlikirina civakê di girtina biryaran de û got: “Ji bo ku em karê xwe bi pêş bixin, divê ne tenê em nêrîna karkerên şaredariyê bigirin, ya girîng em nêrîna civakê bigirin. Karê me niha berdewam e, lê em dixwazin nêrînên şêniyan der barê projeyên siberojê de nas bikin.”

Dûre, li pêşniyar û pirsên beşdaran hate guhdarkirin. Piraniya wan li ser ava vexwarinê, kehrebe, paqijî, dîtina çareseriyan ji van pisgirêkan re, bûn. Bi hatina havînê re, li hin taxên bajarê Qamişloyê, pirsgirêka avê û kehrebeyê zêde bûye.

Hevkarî û hevbeşiya di karê civakî û rêveberî de, bingeha pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Rêveberî, bi rêya komînan li pêşniyar û giliyên şêniyan guhdar dike.

(şx/fr)