Weke hovan li kalemêrekî Efrînî dan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker weke hovan li kalemêrekî gundê Çiyê yê Raco yê Efrînê da û erebeya wî dizîn.

Weke hovan li kalemêrekî Efrînî dan
5 tîrmeh, 2025   23:46
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi bîr xistin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku hîna li herêmê hene, bi awayekî hovane li kalemêr Bedrî Elî (70) da, di encamê de şikestin û birîn laşê wî de çêbûn.

Ev bûyer, dema kalemêr erebeya xwe li ser rêya di navbera gundê xwe Çiyê û gundê Dîkê de yên girêdayî bajarê Raco de diajot pêk hat. Çeteyan bi motorsiklêtê rêya wî qut kir û bêyî tu sedeman li kalemêr da.

Girêdayî mijarê, çavkaniyekî ji nexweşxaneyek bajêr diyar kir ku piştî şikestin û birînên di laşê wî de kalemêr bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî pir giran e.

Li gorî şahid û xizmên wî, êrişkar bi êrişên fîzîkî û gotinên xerab bes nedîtin, ji wê zêdetir erebeya wî ya Mazda û pereyên pere dizîn. 

Ev sûc, dikeve çarçoveya rêzebinpêkirinên sîstematîk ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê ji 2018ˋan ve pêk tînin. Li hember van sûcan bêdengiyeke navneteweyî ya fikar û paşguhkirina rêxistinên mafên mirovan heye.

(şx/fr)