Pirsgirêkên sînemaya Kurdî rojevek mîhrîcanê bû

Di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî a Rojava de pirsgirêkên sînemaya Kurdî û rêyên çareseriya wê, di semînerekê de hatine nirxandin.

Pirsgirêkên sînemaya Kurdî rojevek mîhrîcanê bû
Pirsgirêkên sînemaya Kurdî rojevek mîhrîcanê bû
Pirsgirêkên sînemaya Kurdî rojevek mîhrîcanê bû
Pirsgirêkên sînemaya Kurdî rojevek mîhrîcanê bû
19 mijdar, 2025   12:43
QAMIŞLO

5’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî, di roja 7’emîn de bi semînera "Pirsên Sînemaya Kurdî" dom kir. 

Sêmîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo Sêmîner ji aliyê derhêner Omer Leventoglu, derhêner û endama Komîna Fîlman a Rojava Nadiya Derwêş, senarîst û mamosteyê Peymangeha Bilind a Hunerê yê bajarê Hesekê û Dêrikê  Teymûr Evdikê û derhêner Ersîn Çelîk ve hate  dayîn.

Di semînerê de senaryo û çîrokên fîlmê Kurdî, pirsgirêkên ziman, çareserkirina wê hatin gotubêjkirin. Her wiha li ser sînemaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêwîstiyên pêşketina wê hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku sînema ne tenê zimanê axaftinê ye, di heman demê de zimanekê dide fêmkirin û bal kişandin ku di her sînemayekê de zimanek, terzek û çandek tê bikaranîn û pênasekirin, sînemaya kurdî jî zimanê fîlozofî û çîrokî dide nîşandan.

Sînemagerên axaftvan diyar kirin bibîr xistin ku salên 1895-1896`an li Ewropa û Amêrîkayê sînema ji roman, dansên şanoyê û tabloyên resman hatine çêkirin, ev jî weke zayineke hunerî hatine pênasekirin Lê li Rojavayê Kurdistanê sînema ji şer û aloziyan, her wiha ji ber doza Kurdî di qefesê de maye, lewma zêde pêş neket.

Axaftvanan anîn ziman ku di pêvajoya şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê sînema jî bûye xebatek girîng û gotin ku sînemaya Kurdî zêdetirî balê dikişîne ser şoreş û berxwedaniya tevahî gelan û yekgirtina wan.

Semîner bi gotubêjên li ser rêyên çareseriyê bidawî bû.

(re/a)

ANHA