Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin

Beşdarên foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê teqezî bi girîngiya koordîneya di navbera cotkaran û desteyê de ji bo parastina berheman da.

Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin
Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin
Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin
Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin
Pirsgirêkên ekolojîk û rêbazên çareseriyê hatin vegotin
6 ÇILE, 2024   15:43
HESEKÊ

Xebatên foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Îro xebatên foruma bi dirûşma "Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk" li Hola Şito ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê li dar ketin.

Mijara yekemîn a bi navê "Pirzkirina tovan" ji aliyê serokê beşa lêkolîn û plankirinê ya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Silêman ve hat xwendin.

Silêman destnîşan kir ku herêm bi giranî xwe dispêre rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê û pirbûna avê nexasim ji bo berhema genim, ji ber ku ew berhemeke stratejîk a herêmê û bingeha ewlehiya xwarinê ye.

Silêman got: "Ji ber rewşên dijwar ên herêmê wek êriş, tevlihevî û talankirina saziyên çandiniyê û embargeh û kanalên avdanê, navendên tovan û qutkirina ava çeman ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve berhemdayîna çandiniyê gelekî paş ket. Ji ber wê jî pêwîst bû destwerdaneke lezgîn bê kirin da ku cûreyên heyî yên tovên genim ên hişk û nerm bên parastin."

Piştre deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin, wan destnîşan kir ku ji ber veguhastina zeviyên çandiniya avî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çandiniya bejî ji ber kêmbûna mazotê û guhartinên hewayê û zêdebûna germahiyê û kêmbûna avê û bikaranîna wê ya bê plankirin metirsiyê dide herêmê.

Mijara duyemîn a bi navê "Parastina giyayan" ji aliyê serokê beşa karûbarên çandiniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê Mehran Mamo wiha axivî: "Guhartinên hewayê, jîngehê û teknolojiyê û belavbûna nexweşiyan bandor li berhemdayîna çandiniyê kir. Sedemên paşketina qada çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek in, wek tunebûna têkiliyê di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên ku berhemên çandiniyê derdixin û rêxistinên navneteweyî re û bikaranîna zêde ya dermana kurman û semadê û belavbûna cûreyên metirsîdar ên giyayan."

Beşdaran diyar kir ku bikaranîna bêserûber a dermana kurman hişt gelek nexweşî belav bibin û gotin: "Pêwîst e hemû rêbazên heyî ji bo bidawîkirina nexweşiyan bên bikaranîn û taqîgeha çandinî bê çalakkirin da ku hemû madeyên ku derbasî herêmên me dibin bên taqîkirin û hemû endezyarên çandiniyê yên herêmê ji bo pêşxistina qada çandiniyê bibin yek û cotkaran der barê nexweşiyan de hişyar bikin."

Xebatên forumê dê bi nîqaşkirina mijara sêyemîn û ya dawîn a li ser çavkaniyên avî bên qedandin, ku ji aliyê hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîle Mihemed ve bê xwendin.

(mh)