Mamoste: Bila hikûmet biryarnameyê ber çavan re derbas bike 

Mamosteyên bajarê Hesekê li beramberî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin nabe zimanê kurmancî sînordar bikin.

Mamoste: Bila hikûmet biryarnameyê ber çavan re derbas bike 
1 îlon, 2026   06:51
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 27`ê tebaxê ji bo zimanê kurmancî biryarname derxist. Gelê Rojava li beramberî vê biryarnameyê daxuyanî dan û derketin xwepêşandanan.

Li bajarê Hesekê jî mamosteyan nêrîna xwe derbarê vê mijarê de anîn ziman.

Mamoste Hindirîn Sîno got: "Divê dengê gelê Kurd were bihîstin û biryarnameya di vê dema dawiyê de derxistine li ber çavan re derbas bikin, gelê Kurd gelek bedel dan, nabe ku nasname, ziman û hebûna gelê Kurd sînordar bikin. Em berpirsyar nêzî avakirina Sûriyeyê dibin û hevkarin, mafekî me yê xwezayî ye ku rolê me li Sûriyeyê çalak be û mafên me bidin me."

Ji bo rewşa xwendekarên 14 salan bi zimanê kurmancî xwendin got: "Xwendekaran 14 salan bi zimanê xwe yê dayîkê xwendin û nabe zimanê erebî li ser wan ferz bikin. Bi vî awayî wê neslek ji xwendinê were mehrûmkirin. Li gorî belgeyên navneteweyî û hemû gelên cîhanê mafê hemû gelane ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û fêrbibin. Divê ev biryarname were sererastkirin, ji bo ewlehiya Sûriyeyê civakê entegrekirin qebûlkir li beramberî vê yekê divê hemû mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirinû bi zimanê xwe bixwînin. Em ji raya giştî, rêveberên Kurd û hikûmeta veguhêz daxwaz dikin ku destwerdan bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin."

Mamoste Jînda Ehmê jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser a perwerdeyê anî ziman û got: "Rêveberiya Xweser mafê hemû pêkhateyan (Suryan, Kurd û Ereb) ku bi zimanê xwe bixwînin. Lê hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê zimanê kurmancî sînordar kiriye û biryar girtiye ku heftê tenê 3`ê saetan zimanê kurmancî were dayîn, li beramberî fedakarî û bedelên gelê Kurd di şoreşê de dane, ev biryarname ne têrker e. Bi vî awayî dê çand û nasnameya gelekî biperçiqînin û bihelîn in. Xwendekarên ku bîrkarî, fîziya, kîmya û zanistan dixwînin dê nikarbin bi zimanê xwe bixwînin. Em qebûlnakin ku zimanê kurmancî tenê bi beşê wêjeyî ve sînordar bikin û nabe ku zimanê erebî li ser xwendekaran ferz bikin."

Mamoste Şîrîn Mûsa got ew weke mamoste û xwendekar jî dixwazin bi zimanê xwe yê dayîkê wane bidin û bixwînin û wiha pê de çû: "Em daxwaz dikin ku zimanê me sînordar nekin, gelê Kurd ji bo deskeftiyên şoreşê ku ziman jî di nav de ye bi hezaran şehîd dan. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbe pêwîste hemû mafên me yên çandî û perwerdeyê nas bikin."

(np)

ANHA