Pirsgirêka avê li gundên rojavayê Kobanê tê çareserkirin

Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê di çarçoveya plansaziya xwe ya sala 2023`yan de dest bi avakirina depoyeke avê li gundê Cib El Ferec ku pirsgirêka avê lê heye, kir.

Pirsgirêka avê li gundên rojavayê Kobanê tê çareserkirin
20 mijdar 2023   13:18
KOBANÊ

Gerînendetiya Avê ya Kantona Kobanê 23 proje xistibû plansaziya xwe ya sala 2023`yan. Heta niha ji wan tenê 18 proje pêk hatine, yên mayî jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dereng mane. Di nava wan projeyan de avakirina 2 depoyên avê li rojavayê bajarê Kobanê hebûn.

Gerînendetiyê beriya çend rojan dest bi avakirina depoyeke avê li gundê Cib El Ferec ê li rojavayê Kobanê kir. Proje li ser du qonaxan bi rêve diçe. Dema qonaxa yekmîn 2 meh in, ya qonaxa duyemîn dê di sala 2024`an de bê dewamkirin. Gerînendetiyê bi vê projeyê dixwaze avê ji xelkê gundê navborî û gundên derdorê re peyda bike, nemaze dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike, ava bîrên herêmê şûr e û ji bo vexwarinê guncaw nîn e.

Depo têra 200 metrecab av dike. Dê av tê de were komkirin, dûre li 15 gundan bê belavkirin. Piraniya wan gundan jî li rojavayê bajêr li ser sînorên bi Bakurê Kurdistanê re ne.

Li gor gerînendetiyê, ava di vê depoyê de bê komkirin dê dezenfektekirî be û nabe sedema belavbûna nexweşiyan.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina endamên wan karê wan asteng dike. Her wiha destnîşan kir ku hedefgirtina stasyonên avê û girtina avê Firatê jî li pêşiya wan dibe astengî û hiştiye ku piranî stasyon ji xizmetê derbikevin.

Bozî da zanîn ku Gerînendetiya Avê ya Kantona Kobanê heta niha ji sedî 80`yê projeyên xwe yên bingehîn dane destpêkirin û hindik maye ku wan bigihîne serî.

Li gorî Gerînendetiya Avê, dê di çend rojên pêş de li navçeya Qinayê ya girêdayî Kobanê dest bi projeya “Til El Ebir” bike ku dê avê ji 54 gundan re peyda bike.

(şx/c)

ANHA