Ciwanekî ji ber tûpa gazê birayê xwe kuşt

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ku rewşa jiyanî xirab e, ji ber nakokiya li ser wergirtina tûpa gazê ciwanekî birayê xwe kuşt.

Ciwanekî ji ber tûpa gazê birayê xwe kuşt
20 mijdar 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Mişêrfe El Mestûre yê girêdayî bajarê Humsê dema ku endamên hêzên hikumeta Şamê tûpên gazê belav dikir, ji ber nakokiya li ser wergirtina tûpa gazê ciwanekî birayê xwe bi kilaşînkovê kuştiye.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, rewşên aborî û civakî her ku diçe xirabtir dibin. Ruxmî wê jî hikumeta Şamê hê di zihniyeta xwe ya dûrxistinê û girtina tedbîrên şeklî yên dikevin xizmeta wê û bazirganên aloziyê de, bi îsrar e.

Niştecihên wan herêman her 100 rojan tûpeke gazê ya destekkirî bi rêya karta eleketronîk bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê werdigirin. Nirxê tûpê gazê li sûka reş 150 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

(şx/c)