Rêzeçalakiyên Roja Zarokan bi dawî bûn: Jiyaneke ewle ji bo zarokan hat hêvîkirin

Koordînasyona Zarokan rêzeçalakiyên xwe yên bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi dawî kirin û ji bo hemû zarokên cîhanê jiyaneke bi ewle hêvî kir.

Rêzeçalakiyên Roja Zarokan bi dawî bûn: Jiyaneke ewle ji bo zarokan hat hêvîkirin
20 November 2023   13:23
QAMIŞLO

Bi boneya 20`ê Mijdarê anku Roja Zarokan a Cîhanê di 16`ê Mijdarê de Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Em bi hev re zarokatiya xwe û zarokan biparêzin” rêzeçalakiyên xwe ragihandin dibû , îro bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Desteya Jinan a li Qamişlo ji milê ve mamoste Neda Ehmed ji aliyê mamoste Kewser Hesen hat xwendin.

Koordînasyonê Roja Zarokan a Cîhanê li zarokên cîhanê û hemû zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û ji bo zarokan jiyaneke bi ewle hêvî kir.

Di daxuyaniyê de detayên çalakiyan ên ku ji aliyê Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, Weqfa Jina Azad, Rêxistina Stêrk, Desteya Kar û Barên Civakî, Desteya Şaredariyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê ve hatibûn lidarxistin jî aşkera kir.

Li gor daxuyaniyê çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne: “Destaya Jin a Herêma Cizîrê: 4 navendên bi navê `Ehlen Simsim` Li Çilaxa, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Amûdê vekir, li Mala Parastina Zarokan ya Hesekê şahî li dar xist, serdana Komeleya Zarokên Nexweşiya Kanserê ya El Emîn kir, şahî li hêlînxane û navendên Ehlen Simsim li dar xist, serdana Navenda Helat a li Hesekê hat kirin, serdana Meclisên Malbatên Şehîdan û belavkirina diyariyan ji bo zarokan li Hesekê.

Weqfa Jina Azad: Şahî ji bo zarokan li bexçeyên zarokan li dar xist.

Rêxistina Stêrk: Şahî ji bo zarokan li herêmê li dar xist û diyarî li ser wan belav kir.

Destaya Kar û Barên Civakî: Şahî ji bo zarokên astengdar ên Navenda Rengîn a li bajarê Hesekê û Nevenda Şehîd Êrîş a li bajarê Qamişlo li dar xist.

Destaya Şaredariyan: Li Mala Jiyana Zarokan û Navenda Amal ya destekdayîna zarokên şehîdan şahî li dar xist û diyarî belav kir.  

TEV-DEM: Şahiya hunerî ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist.

Destaya Perwerdeyê: Şahî ji zarokan re li dar xist û li dibistanan li ser girîngiya Roja Zarokan a Cîhanê semîner dan.”

(sb/şx)

ANHA