Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir

Bi boneya salvegera 8’an a rizgarkirina kantona Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê bi dest QSD’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê bi amadebûna şandeyên ji kantonên din û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêmê şahiyek li dar xist.

10 gulan, 2025   21:58
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê ji bo pîrozkirina salvegera 8’an a rizgarkirina kantona Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve berê xwe Stadyûma Yekitiya Werzîşê ya li naverasta bajêr. Şahî bi diruşma "Bi pêkanîna Hevpeymana Civakî, prensîbên neteweya demokratîk tên bicihanîn û em destkeftiyan biparêzin" tê lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman û cîgirên hevserokatiyê, şandeyên kantonên din ên herêmê, fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û fermandarên Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Her wiha di şahiyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa, saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Demokratîk, rêxistinên ciwanan û jinan amade bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê Semer Şehabî axaftina destpêkê kir.  Şemer got: "Salvegera rizgarkirinê di bîrewariya xelkê herêmê û her kesê li azadiyê û rûmetê digere de neqişî. Ew bidawîbûna zulm û tundrawiyê û ronaya jinûve hêviyê bû. Hîna ji 8 salan ve fedakariyên şehîdan di wijdanê de şahid e."

Semer bi vê boneyê şehîdên rûmet bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan û xebata ji bo pêşerojeke geş ji bo Tebqa û hemû herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, paşerojeke ku rûmeta mirovî tê de parastî be û sazî li ser bingehên edalet, wekhevî û aştiyê bên avakirin, dubare kir.

Di şahiyê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, li ser navê (QSD) wê axaftin werin kirin, her wiha stran û dîlan ji hêla komên Durret El Furat û Ciyayê Kurmanc û hunermend Melek El Yetîm û Fîras Uwêd werin pêşkêşkirin.

Di 5’ê Mijdara 2016’an de QSD û YPJ’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, ji bo rizgarkirina Reqa û Tebqayê pêngava "Xezeba Firatê" da destpêkirin û di 20’ê Adara 2017’an de DAIŞ’ê li hundirê bajarê Tebqayê hat dorpêçkirin. Şer heta 50 rojî dom kir û bi rizgarkirina bajêr di 10’ê Gulana 2017’an de tacîdar bû.

(aq/fr)