Bi beşdariyeke girse salvegera rizgarkirina Tebqayê hat pîrozkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi boneya salvegera 8’an a rizgarkirina Tebqayê ji rêxistina DAIŞ’ê şahiyek girse li stadyûma Yekitiya Werzîşê organîze kir.

10 gulan, 2025   22:10
TEBQA

Bi sedan xelkê kantona Tebqa, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, dest û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û cîgirên hevserokatiyê, şandeyên ji kantonên din, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqa, fermandarên YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, koçberên Efrîn û Şehba yên li kantonê bi cih bûne, di şahiyê de amade bûn.

Piştî axaftina Semer Şehabî, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mehmûd El Sayil axivî û fedakariyên şehîdan û malbatên wan pîroz kir û got îstîqrara ku îro Tebqa dijî berhema wan fedakariyan e.

El Sayil soza şopandina rêça têkoşînê heta pêkanîna armancên projeya demokratîk dubare kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Curniye jî got: "Rizgarkirina Tebqayê ne serkeftineke leşkerî bû, lê ew vegerandina rûmetê û xurtkirina vîna gelên berxwedêr bû."

Piştre şahî bi pêşkêşkirina stran û dîlanan ji hêla komên Durret El Furat û Ciyayê Kurmênc ên Navenda Çand û Hunerê hatin pêşkêşkirin. Hunermend Melek El Yetîm û Fîras Uwêd jî stran gotin û dîlan li ber stranan hatin gerandin.

Di 5’ê Mijdara 2016’an de QSD û YPJ’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, ji bo rizgarkirina Reqa û Tebqayê pêngava "Xezeba Firatê" da destpêkirin û di 20’ê Adara 2017’an de DAIŞ’ê li hundirê bajarê Tebqayê hat dorpêçkirin. Şer heta 50 rojî dom kir û bi rizgarkirina bajêr di 10’ê Gulana 2017’an de tacîdar bû.

(fr)

ANHA