Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî ya Herêmî û Navneteweyî ya Elewiyan hat avakirin

Meclisa Bilind a Elewiyan li Sûriye û Diyasporê Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî ya Herêmî û Navneteweyî ava kir. Berdevka nivîsgehê diyar kir ku armanc ji vê avakirinê yekkirina xîtaba siyasî ya Elewiyan li hundir û diyasporê, avakirina hevkariyan bi tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re û piştgiriya modela birêvebirina nenavendî ya li perava Sûriyeyê, gudnewarê wê li Humis û Hemayê ye.

Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî ya Herêmî û Navneteweyî ya Elewiyan hat avakirin
10 gulan, 2025   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Bilind a Elewiyan li Sûriye û Diyasporê ragihand ku Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî yên Herêmî û Navneteweyî ku ji jin û mêrên Sûriyeyî yên pisporên siyasî û qanûnî li hundir û derve pêk tê ava kiriye, weke Dr. Emced Bedran, mamoste Emar Ecîb, Dr. Muna Xanim ku ew jî weke berdevka nivîsgehê ye.

Li gorî daxuyaniya ku Muna Xanim daye, şêwirên berfireh bi xwedî Sûriyeyiyên pispor li derve û diyasporê re hatin lidarxistin ku sazûmaniya rêxistinî ya aktîv ji bo pêvajoya bê were danîn, her wiha lihevkirin li ser stratejiyeke hat kirin ku di avakirina dewleta Sûriyeya nû de bibe alîkar, ku girîngiyê bide edalet û wekheviya di navbera hemû hemwelatiyan de.

Li gorî daxuyaniyê, sê warên sereke hatin pejirandin, lê hat teqezkirin ku pêwîstî bi veqetandina zelal di navbera van her sê waran de heye ku bi rêya wan xebat tê organîzekirin û wiha ne:

1- Warê Ruhî: Ji bo parastina nasnameya çandî û olî.

2- Warê sivîl (medenî): Ji bo aktîvkirina rola civakê di pêkanîna nirxên demokrasiyê de.

3- Warê hevrêzî û têkiliyên giştî: JI bo misogeriya peywendiya avakirinê li hundir û derve di nava pêkhateyên Sûriyeyê de.

Daxuyaniyê amaje pê kir ku armanca stratejiyê bi destxistina çar prensîbên bingehîn e; berfirehkirina nenavendîbûnê wekî amûrek ji bo bihêzkirina civakên herêmî, xurtkirina civaka sivîl ji bo misogerkirina çavdêriya desthilatdariyê û pêşîgirtina li yekdestdariya biryardanê, avakirina çandeke demokratîk ji bo rûbirûbûna çanda otorîter, û hêzdarkirina jinan bi rêya roleke girîng û bibandor di avakirina aştiyê, pêşkeftin û beşdariya siyasî de. Divê ew jî li gorî biryara 1325 a NY’yê û Peymana CEDAW û bi baweriya ku jin stûnên aramiyê û guhertinê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armancên nivîsgehê ew in ku planan ji bo pêkanîna nêrîna ku ji hêla pêkhateya Elewî ve bi rêya ragihandina siyasî û dîplomatîk bi hemû alî, pêkhate û welatên ku bi pirsgirêka Sûriyeyê re têkildar in, bigihîne û pirsgirêkên Elewiyên Sûriyeyê ragihîne û nûnertiya bibandor a nivîsgehê wekî nûnerê Elewiyan di civîn, deste û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî de, bi avakirina toreke têkiliyan ku bi amadebûn fermî were temsîlkirin misoger bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji armancên nivîsgehê jî yekkirina xîtaba siyasî ya Elewiyan li hundir û diyasporê ye, da ku berjewendiyên mezhebê nîşan bide, îstîqrara wê xurt bibe, hevkariyê bi pêkhateyên Sûriyeyê re ava bike, ku xîtabeke yekgirtî ji bo berjewendiyên her kesî li ber çavan bigire û aramiya pêkhateyên Sûriyeyê zêde bike, û piştgiriya modela rêveberiya nenavendî li perava Sûriyeyê û gundewarên Hums û Hemayê bike, ava bike. Wê ev yek bi rêya lêkolîn û pêşniyarên siyasî û qanûnî, ku ku pêşeroja van herêman destnîşan bike pêk bê.

(fr)