‛Diyaloga niştîmanî hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin’

Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed têkildarî qaşo "Kongreya diyaloga niştîmanî" got: "Diyaloga niştîmanî hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin."

‛Diyaloga niştîmanî hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin’
26 sibat, 2025   07:15
TEBQA

Duh, "Kongreya diyaloga niştîmanî" dûrî beşdarbûna piranî hêzên demokratîk û siyasî yên li Sûriyeyê, di nav de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat lidarxistin.

Partiya Sûriya Pêşerojê der barê vê yekê de diyar kiribû ku gelek aliyên xwedî bandor ên ku nûnertiya beşên civaka Sûriyeyê dikin; wekî partî û şepêlên siyasî ji kongreyê hatin bidûrxistin. Her wiha komîteya erkdar jî tu mekanîzma û zelalbûyînek ji bo peywendiya bi welatiyan re yan jî girtina nêrîn û pêşniyariyên wan pêşkêş nekirin. Ev jî cihê fikarê ye û paşguhkirina dengê gelê Sûriyeyî di pêvajoya biryardayînê, avakirina Sûriyeya nû û siberoja wê de zêdetir dike.

Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed ê ji kantona Tebqayê der barê kongreyê de wiha axivî: "Kongreyê hêviyên gelê Sûriyeyê yên xelasbûna ji desthilata yek fikrî û yek rengî têk birin. Gelê Sûriyeyê, bi vî rêbazî ku heta piştî hilweşîna rejîma hilweşiyayî jî heye, şoq ma. Ev jî ne layiqî Sûriyeyê û dîroka wê ya zêdetirî 7 hezar sal e ku xwedî pirrengiya olî û neteweyî, ye."

El Mihemed wiha domand: "Ji sedemên dihêle encamên kongreyê ji bo Sûriyeyiyan neyên qebûlkirin, ew e ku beşek ji pêkhateyên Sûriyeyê hat bidûrxistin û dewletên herêmî û navdewletî dest werda vê kongreyê, her wiha jî leza lidarxistina wê jî hişt ku naveroka wê vala bibe û rewşa parçebûna di nava sûriyeyiyan de zêde bibe."

El Mihemed wiha domand: "Ne pêkan e pêşeroja Sûriyeyê û destûra wê tenê bi 2 civînan û bi dûrxistina beşek mezin ji gelê Sûriyeyê were avakirin. Dibe ku ev destpêka berdewamkirina rûniştinên ber bi sazkirina destûrî be. Ji ber ku pêdiviya rûniştinên destûrê bi demeke dirêj û pirrengiya taîfe, etnîk û irqan heye û pêdiviya xwe bi pisporên qanûn û destûran heye."

KONGRE DEFORME ÇÊBÛ

El Mihemed destnîşan kir ku dûrxistin û beşdariya tenê beşeke diyar ku armancên organîzatorê kongreyê pêk bîne û dûrxistina pêkhate û rêxistinên siyasî û kesayetên ji salên 1980’î ve dijberî rejîma berê bûn, hişt ku ev kongre deforme be û nûnertiya hêviyên sûriyeyiyên şoreş dest pê kiriye neke. Her wiha hinan jî got ev kongre ji bo pêkanîna diruşmên dûrxistinê ku şoreş 14 salan ji armancên wê bi dûr xistiye (Elewî li ser tabûtê û mesîhî jî li Beyrûtê), hat lidarxistin.

El Mihemed diyar kir ku bidûrxistina siyasî, hişmendiya yek partî, yek rêbaz û yeke neteweyî ji sedemên sereke yên destpêkirina aloziya Sûriyeyê bûn û lidarxistina kongreyê bi vî rêbazî tu encamên wê jî ji hêla gelê Sûriyeyê û pêkhateyên li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê ve nayên qebûlkirin.

El Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve banga azadî û pirrengiya siyasî dihat kirin. Lê piştî hilweşîna rejîma berê siyasetên dûrxistinê dewam dikin. Ev dûrxistin me vedigerîne rejîma çewsîner a xwedî yek fikrî û yek rengî."

(mh/fr)

ANHA