Pezeşkiyan: Divê birêvebirina welat di çembera teng de neyê sînordarkirin

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku birêvebirina welêt divê ne tenê bi çembera teng a rayedar û biryarderan ve sînordar be, pêwîst e akademîsyen di çareserkirina pirsgirêkên ku Îran pê re rû bi rû ye de beşdar bibin.

Pezeşkiyan: Divê birêvebirina welat di çembera teng de neyê sînordarkirin
31 gulan, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevdîtinekê de bi rayedarên Wezareta Zanistê re Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku pêdiviya zextên siyasî û aborî yên ku welat pê re rû bi rû dimîne bi çareseriyên nûjen û perspektîfên piralî heye.

Serokê Îranê destnîşan kir ku derbaskirina zehmetiyên heyî beşdariya hemû çavkaniyên neteweyî, hestek berpirsiyariyê û çalakiya pratîkî hewce dike.

Ev daxuyanî di nav nîqaşên berdewam ên li Îranê de li ser cewhera biryardayînê û belavkirina hêzan di navbera saziyên cûda de tên. Hin rayedar û aliyên siyasî bang dikin ku roleke mezintir bidin hikumet û pisporan di şekildana siyaseta giştî de, di demekê de ku welat bi zextên aborî û herêmî yên zêde re rû bi rû ye.

(fr)