Biharî.. Kevneşopiyeke li devera Aliyan

Bi hatina biharê re li çolan giya şîn dibe, xwedyên keriyên pez li devera Aliyan a gundewarê Çilaxa ji bo keryên xwe li çêriyê digerin û pezên xwe derdixin bihariyê.

Biharî.. Kevneşopiyeke li devera Aliyan
1 hezîran, 2026   04:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Biharî çandeke gundan a kevnar e, ku xwediyên keriyên pez demsala biharê ji keriyên xwe re li çêriyê digerin, lewma pezê xwe dibin cihên ku çêrî û av lê heye. Li wir konên xwe vedigirin û heta dawiya biharê dimînin.

Geryana çêrandina biharê li herêma Aliyan ji tenê veguhestina ajalan di navbera zozanan de bêtir e; ew kevneşopiyek û şêwazek jiyanê ye ku sebir, xebata dijwar û girêdanek kûr bi erd û xwezayê re nîşan dide. Ew beşek yekgirtî ya mîrata gundewarî ye ku ji nifşan ve tê veguhastin.

Biharî bi hatina havînê re diqede, ji ber ku çêr kêm dibe û demsala çinînê dest pê dike. Di encamê de, şivan hêdî hêdî vedigerin gundên xwe û li firazeyan (pirêze) pezên xwe diçêrînin.

Mihyedîn Şêx Tahir, xwediyê keriyekî pez li gundê Xerbê Cihûyan, got ku ew salane di demsala biharê de ber çol û beyarên gundê herêmên sînor dikin da ku li çêrgehan bigerin.

Şêx Tahir rave kir ku ew hewl didin ku êmê xwezayî peyda bikin li şûna êmê çêkirî.

Şêx Tahir diyar kir ku di 2 salên borî de hişkesaliyek giran çêbû ku bargiraniyek mezin li ser xwediyên pez û sewalan çêkir, lê barana zêde ya îsal çêrgeh şîn kirin û şert û mercên guncaw ji bo vegera çêrandina xwezayî peyda bûn.

Şêx Tahir destnîşan kir ku Biharî ji hêla aborî ve girîngiyek mezin heye, ji ber ku ew dibe egera zêdebûna pez û zêdebûna hilberîna şîr, goşt û hiriyê jî. Her wiha girîngiya wê ya civakî heye ji bo pêşxistina hevkariya di navbera şivanan de dema ku ew di navbera çêregehan de diçin û tên, ji bilî rola wê di parastina hevsengiya ekolojîk.

Şêx Tahir di dawiyê de got ku Biharî ne tenê tevgera pez a di navbera çêregehan de ye, lê belê kevneşopiyek û mîrateyek e ku ji bav û kalan hatiye wergirtin.

(k)

ANHA