Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê hat vekirin

Li bajarê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymangeha Bilidn a Hunerê hat vekirin.

17 cotmeh, 2024   21:37
DÊRIK

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê û Zanîngeha Rojava li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya vekirina Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê vekir.

Di şahiyê de girseya xwendekar, şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê beşdar bûn.

Di merasîmê de rêveber Peymangeha Bilind a Hunerê Sîham Dawûd axivî û vekirina peymangehê pîroz kir û got: "Gelê Kurd gelekî qet namire, bi çand û hunera xwe gihaştiye vê qonaxê û hebûna xwe îsbat kiriye."

Li ser navê Tevgera Mezopotamya ya Çnad û Hunera Demokratîk Xelîl Tehlo vekirina peymangehê pîroz kir û got: "Em bi saya fedakariyên şehîdan îro li vir in û em ê li ser rêça wan dewam bikin."

Li ser navê Navenda Çand û Hunerê rêveber Murhef Fehed vekirina peymangehê pîroz kir û hêviya dewama serkeftinê ji xwendekaran re xwest.

Piştre hunermenc û derhênerê şanoyê Ehmed Mekaratî jî axivî û got: "Mûzîk, şano û sînema hemû di vê avahiya şaristaniyê de kom dibin. Em bi hêvî ne çanda xwe bi pêş bixin û gotina Rêber Abdullah Ocalan ku huner zimanê cîhanê ye pêk bînin. Em ji vir ji cîhanê re peyamekê didin û vê serkeftinê pîroz dikin."

Her wiha koma Ava Mezin şanoyek, koma Koçerat dîlanên folklorîk û koma Cûdî stran pêşkêş kirin.

Dûre dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa deriyê peymangehê vekir. Merasîma vekirina peymangehê bi govendê dewam kir.

(fr)

ANHA