Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn deriyên xwe li pêş xwendekaran vedike

Peymangeha Bilind a Huneran – Hîlala Zêrîn ragihand ji bo pêşwazîkirina xwendekarên sala xwendinê ya nû ji bo gelek beşan dest bi tomarkirinê dike. Tomarkirin dê 1-31’ê Tebaxê pêk were.

Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn deriyên xwe li pêş xwendekaran vedike
30 tîrmeh, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku ew tomarkirina xwendekarên sala nû ya xwendinê ji bo beşên sînema, şano, wênesazî û peykersazî û muzîkê veke.

Dema tomarkirina xwendekaran ji 1ˊê Tebaxê heta 31ˊê heman mehê ye. Xwendekar dikarin navên xwe li tevahî navendên Hîlala Zêrîn ên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li avahiya Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn a li taxa Xiwêran a Hesekê qeyd bikin.

Şert û mercên giştî yên peymangehê:

- Divê bawernameya amadehî ya îsal an jî yên salên borî hebe.

- Bawernameyên fakulte, akademî û zanîngehên Rêveberiya Xweser tên qebûlkirin.

- Xwendin û nivîsandina kurdî divê xurt be.

- Temenên xwendekaran di navbera 18 -30 saliyê de be.

Şert û mercên taybet ji bo beşan:

Beşa Muzîkê:

- Jenîna 2 parçeyan li ser amûra ku bi kar tîne yan jî gotina 2 stranan.

- Bikare notayên muzîkê bixwîne.

Beşa Sînemayê:

Ji bo dîtina hêza çav a xwendekaran, divê xwendekar 10 wêneyan û 2 dîmenan bikişînin ku pêşkêşî komîteya nirxandinê bikin.

Beşa Şanoyê:

- Dîmenek bê amadekirin û pêşkêşkirin.

- Helbestekê amade bike, ji bo li pêş komîteya qebûlkirinê were xwendin.

- Başbûna bihîstina guh û rîtimê .

- Xwe ji bo performanseke laş-dans amade bike.

Beşa Wênesazî û Peykersaziyê:

- Li gel xwendekar hezkirina xêzkirina wêneyan û çêkirina peykeran hebe.

Bi rêya vê emaîla [email protected] xwedekar dikarin têkiliyê bi peymangehê re deynin, an jî bi rêya rûpelên peymangehê yên li ser platformên medyayên dîjîtal û bi rêya Whatsappê: 0986782008

(fr)

ANHA