2 serçete li kampa Holê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê da zanîn ku di operasyoneke hevpar a li kampa Holê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

2 serçete li kampa Holê hatin girtin
30 tîrmeh, 2025   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyand ku di operasyoneke hevpar a QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî de, 2 serçeteyên DAIŞ’ê di 28 ‘ê Tîrmehê de li kampa Holê ya Hesekê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê di dîroka 28’ê Tîrmehê de bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li kampa Holê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anî. Di operasyonê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Ev her du kes ji karên ewlehiyê yên DAIŞ’ê yên di nava kampa Holê de berpirsyar bûn.

LI IRAQ Û SÛRIYEYÊ WEK EMÎRÊN DAIŞ’Ê KAR KIRINE’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Her du serçeteyan di dema borî de li Iraq û Sûriyeyê wek emîrên DAIŞ’ê kar kiriye û di êrişên terorîstî de cih girtine. Her du çeteyan di nava kampa Holê de jî hewl dida nîzama ewehiyê ya DAIŞ’ê pêk bînin û ji bo vê xebat dimeşandin.”

‘TÊKOŞÎNA LI HEMBER TERORÎZMÊ DÊ DEWAM BIKE’

Navendê destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî tereorîzmê dewam bike û hate gotin: “Ev operasyon piştrast dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê hewldanên xwe bidomîne, ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û pêşîlêgirtina terorîzmê li herêmên me.”