Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

Şêniyên Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn. Şêniyan banga xurtkirina xweparastinê kir.

Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
30 tîrmeh, 2025   15:17
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 11`mîn a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ` di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî civaka Êzidî pêk anî, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava îro civîneke berfireh li dar xist.

Civîn bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî: Em ê qirkirinan bi dawî bikin" li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê pêk hat. Şêniyên bajêr, endamên yekitiyê, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), çalakvan û endamên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê sînevzyonek li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê di 3`ê Tebaxa 2014`an de û komkujiya hovane ya li dijî civaka Êzidî, bi taybetî jin û zarokan, hat nîşandan.

Ji Rêveberên Yekîtiya Êzidiyan li Sûriyeyê Suad Hiso axivî û şehîdên komkujiya Şengalê  bi bîr anî. Suad diyar kir ku ev komkujî ji bo Êzidiyan bû egera ku civaka xwe birêxstin bikin û hêzên xwe yê parastinê ava bikin da ku careke din rastî komkujiyan neyên.

Ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Koçer, diyar kir ku binpêkirin û komkujiyên ku li dijî civaka Êzidî pê hatin nayên wesfkirin. Kurdistan Koçer bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê kir ku bibin yek û hêzên xwe bikin yek da ku pêşî li komkujiyan bigirin.

Da dawiya civînê de Yekitiya Jinên Êzidî xelatek diyarî YPJ`ê kir, ji ber rola wan a parastina civaka Êzidî.

ANHA