Peymana tevkariya stratejîk a di navbera Rûsya û Îranê de ket meryetê

Konseya Federasyona Rûsyayê peymana hevkarIya stratejîk a ku meha Çileyê borî bi Îranê re hatibû îmzekirin pejirand.

Peymana tevkariya stratejîk a di navbera Rûsya û Îranê de ket meryetê
16 nîsan, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Konseya Federasyona Rûsyayê îro peymana hevkariya stratejîk ya bi Îranê re pesend kir.

 Ajansa Nûçeyan a TASS’ê ragihand, "Konseya Federasyona Rûsyayê ku Meclisa Bilind a Parlamentoyê ye, roja Çarşemê peymana hevkariya stratejîk a bi Îranê re pejirand."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Çileya îsal de bi serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re peymaneke hevpar a stratejîk a 20 salî îmze kiribû.

Pejirandina peymanê  ji aliyê Konseya Federasyona Rûsyayê ve, peyman dikeve meryetê.

(bb)