‛Peymana QSD û Şamê gaveke ber bi avakirina diyalogê di nava Sûriyeyiyan de ye’

Partiya Yekitiya Suryanî diyar kir ku peymana di navbera QSD û Şamê de gaveke ber bi avakirina zimanê diyalogê û têkbirina komplo û fitneyên li dijî pêkhateyan e.

‛Peymana QSD û Şamê gaveke ber bi avakirina diyalogê di nava Sûriyeyiyan de ye’
12 adar, 2025   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şamê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina zimanê diyalogê, pêkanîna lihevkirinê û têkbirina komplo û fîtneyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, gaveke erênî ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev peyman destpêka çareserkirina hemû pirsgirêkan e da ku li dawiyê hemû saziyên Sûriyeyê bi awayekî xurt werin avakirin û tê de tevahî gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan cih bigirin û beşdar bin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî ku Partiya Yekitiya Suryanî ji destpêka avakirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve beşdar e, lê dîsa jî di aliyê misogerkirina mafên pêkhateya Suryanî de ku ew jî pêkhateyeke resen a Sûriyeyê ye, ev peyman kêm e.

Di daxuyaniya Partiya Suryanî de hat diyarkirin partî xebat û têkoşîna xwe ya ji bo îtîrafkirina bi pêkhateya Suryanî ya Aşûrî di destûrê de û bidawîkirina serdema zordarî û înkarkirinê didomîne û di salên şoreşa Sûriyeyê de fedakariyên mezin di têkbirina DAIŞ'ê de kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de partiyê bang li tevahî gelê Suryanî kir ku li erkê xwe yê dîrokî xwedî derkevin, hebûn û doza xwe biparêzin, maf û nasnameya xwe di welatê xwe Sûriyeyê de misoger bikin.

(mh)