‘Çanda danûstendinê tekoşîna li dijî kîndariyê ye’

Li Sûriyeyê hin alî di nava hewldanên belavkirina kîndariyê û bê aramiyê de ne. Akademisyen û oldaran diyar kir ku Sûriyê welatekî pireng û hevgirtinî ye.  Oldar û Akademisyen bang li hemû aliyan kir ku dûrî kîndariyê hevgirtin xwe ya civakî xurt bikin, li ser maseya diyalogê rûnin û biryarên ji bo civakê bidin.

‘Çanda danûstendinê tekoşîna li dijî kîndariyê ye’
3 îlon, 2025   05:20
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li Sûriyeyê hewldanên kîndariyê û belavkirina tevliheviyê di nava civakê de zêde bûne. Ev hewldan herî zêde li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin. Dixwazin di nava pêkhateyên herêmê de tevlihevî û bêaramiyê belav bikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van hewldanan hevgirtina xwe ya civakî û jiyana hevbeş xurt dikin. Şênî piştgiriya xeta demokratîk a li ser bingeha avakirina welateke yekgirtî ku mafê hemû pêkhateyan misoger bike, dikin.

‘RÊVEBERIYA XWESER LI DIJÎ SIYASETÊN KÎNDARIYÊ MERTALEK E’

Têkildarî mijarê akademisyen û lêkolînerê Kar û barê giştî Behrem Xalid ev tişt anî ziman: “Desthilata heyî ji bo desthilatdariya xwe kîndarî û nakokiyan di navbera civakê de pêk tîne. Vê desthildariyê xwe li ser van siyasetan ava kiriye.”

Behrem bi bîr xist ku: "Di vegera li dîroka Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyeyê de herer dem ev herêm wekî baxçeyekî gula bû ye. Hemû mezhebe û netewe hembêz kirin û bi hev re bi aştî jiyan kirin. Li gorî adaetên civakî dûrî kîndarî û nefretê jiyana xwe bi rêxistin dikirin."

Behrem destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berpirsiyartiya rûbirûbûna van alozî û parçebûnê girt ser xwe û wiha pê de çû: "Êdî pêkhateyên li vê herêmê dijîn baş xeteriya siyasetên kîndariyê nas dikin. Çavên tevahî Sûriyeyiyan îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ku ew li hember van siyasetên ku tenê şer û komkujiyan tînin, mertaleke xurt e. "

‘JİYANA HEVBEŞ BİNGEHA HEMÛ OLAN E’

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo li ser mijarê wiha axivî: “Em li dijî kîndarî û derxistina tevliheviya di nava civaka Sûriyeyê de ne. Gelê Sûriyeyê mozaîkek xweşik ava kiriye. Em ji vir bang li hemû kesayetên olî û rêxistinên mefên mirovan dikin ku xîtaba kîndariyê vegherînin banga aştî û biratiya gelan. Divê hemû gelê me li ser yek maseyê bicivin û der heqê civaka xwe de biryaran bidin.”

Xilûd Ebdo di berdewama axaftina xwe de ayetên Qurana pîroz bibîr xistin û xwest civak li ser esasê olên herêmê hevgirtina xwe zêdetir bikin.

Endama Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl der barê mijarê de wiha got: “Rêjîma Beşar El Esed bi yekdestdariyê hemû aliyên din dûr dixistin. Ji yekrengiyê pê ve tiştek qebûl nedikir. Ev bû sedema parçebûn û belavbûn di nava civakê de. Îro jî hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê heman xetê dide meşandin. Ev peyam û daxwazên wan diyar dike.”

Xilûd Ebdo di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku Meclisa Ol û Baweriyan ji bo pêşxistina hevgirtina civakî û tekoşîna li dijî kîndariyê semîner û civîn di nava civakê de zêde kirine û dê vê xebata xwe bê navber bidomîne.

Siyasetên kîndariyê civaka Sûriyeyê dixe pêşberî astengiyên cidî ku pêdiviya rûbirûbûna wê bi hewldanên siyasî, civakî û olî heye û xebat li ser bicihanîna çanda diyalogê û pirrengiyê weke bijarteyeke stratejîk bê kirin. Ji ber ku ev yek ewlehiya civakî diparêze û qonaxeke îstîqrartir û adilantir ava dike.

(dc)

ANHA