'Pêwîstiya yekitiya Kurdî bi têkbirina siyasetên li dijî Kurdan heye'

Çalakvana siyasî Ebîr Hesaf destnîşan kir ku rewşên ewlekarî, siyasî û leşkerî yên pergalên dijberî Kurdan li herêmê li ser partiyên Kurdî ferz dikin ku li helwest, siyasetên xwe vegerin û dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetê berdin û yekitiyekê ava bikin.

'Pêwîstiya yekitiya Kurdî bi têkbirina siyasetên li dijî Kurdan heye'
20 adar, 2024   05:23
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Çalakvana siyasî û endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ebîr Hesaf destnîşan kir ku rewşên ewlekarî, siyasî û leşkerî yên cîhanê û Kurdistanê bi taybetî, geşedanên siyasî û tevgerên li dijî gelê Kurd li ser partiyên Kurdî ferze ku li xwe û siyasetên xwe vegerin.

Ebîr Hesaf wiha got: "Çewisandin û zulm li dijî Kurdan didome. Li Bakurê Kurdistanê rejîma Tirk siyasetên dijber dide meşandin. Wê bi hezaran siyasetmedar û çalakvanên Kurd girtine û êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê didomîne, bajarên wê dagir dike û demografiya wan diguherîne. Li Başûrê Kurdistanê jî ew hewl dide bi rêya gelek aliyan deverên din li Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê siyasetên xwe yên qirêj dide meşandin û ciwanên Kurd rojane bi darve dike."

Ebîr Hesaf diyar kir ku ev rastî li ser aliyên siyasî yên Kurdî ferze ku li siyasetên xwe vegerin û mala Kurdî ya yekbûyî li Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ava bikin.

Der barê girîngiya yekitiyê de Ebîr Hesaf got: "Pêwîst e em di vê qonaxê de nas bikin erkên me çi ne û çawa em li ber xwe bidin. Ji ber wê jî pêwîst e partî û aliyên Kurdî siyaseta civînê bidin meşandin û xalên girîng ên gelê me nîqaş bikin û yekitiya siyasî li dijî plan û komployên li dijî gelê Kurd ragihînin."

Ebîr diyar kir ku pêwîst e partî dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetê û nakokiyan berdin. Pêwîst e yekitiya niştîmanî bikeve ajandeyên tevahî partiyên Kurdî da ku gel û destkeftî bên parastin.

Partiyên siyasî, sazî, rêxistinên rewşenbîrî û wêjeyî di 16'ê vê Adarê de civînek ji bo nîqaşkirina yekitiya Kurdî û danîna formeke hevbeş a çareserkirina pirsgirêka Kurdî li dar xist. Di civînê de teqezî bi girîngiya yekitiyê ji bo têkbirina zehmetiyên li pêşiya Kurdan hat dayîn.

(mh)

ANHA