YNK: Divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin

Mekteba Siyasî ya YNK’ê diyar kir ku pêwîst e hilbijartin di dema xwe de û bêyî ku bên taloqkirin, bên kirin ku weke yekane rêya rast û rewa ya nûkirina proseya demokratîk û rewabûna rêvebirina welat e.

YNK: Divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin
19 adar, 2024   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Mekteba Siyasî ya YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî civîna xwe ya asayî li dar xist û der barê naveroka civînê de daxuyaniyek weşand.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîstiya bilez bi dabeşkirina mûçeyan ji bo jiyan û refaha gelê Kurd heye.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa amadebûna YNK’ê ji bo hilbijartinan hate kirin û YNK’ê tekez li ser wê yekê jî kir ku, pêwîst e hilbijartin di dema xwe de û bê paşxistin were kirin wiha hate gotin; “Hilbijartin, weke tekane rêya rast û rewa ya nûkirina pêvajoya demokratîk û rewatiya desthilata welatê me ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, xwe vekişîna ji proseya demokrasiye, rewabûna hemû dezgehên Herêma Başûrê Kurdistanê dixe bin pirsyarê.

YNK’ê tekezî li ser wê yekê kir ku yekane rêya parastina Herêma Başûrê Kurdistanê ji gefan, vegera li raya xelkê û hilbijartina nûnerên xwe di hilbijartinên dadperwerane yên parlamentoyê de ye. Her wiha  diyar kir ku nêrîna hemû hêz û aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de bi taybet pirsa mûçe û refaha xelkê di hilbijartinê re derbas dibe.

Di civîna Mekteba Siyasî YNK’ê de li ser vê rastiyê helwest girt û got; “Ezmûna zêdetirî 30 salan a statuya Herêma Kurdistanê bi fedakariya gelê Kurd hatiye bidestxistin û divê bi veguhestina desthilatdariya demokratîk were parastin. Her wiha bi xurtkirina hurmet û baweriya xwe bi civaka navnetewî ya ku piştgiriya ezmûneke azad, demokratîk û rewa dike.”