‘Birînên me nayên pêçandin’

Di 18’ê Adarê 2018’an de dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê dagir kir, lê di berxwedan 58 rojan de gelek dayikan cenazeyên zarokên xwe bi destê xwe oxir kirin. Dayika Binefş jî yek ji van dayikan e ku zarokên xwe bi destê xwe oxir kirine.

‘Birînên me nayên pêçandin’
‘Birînên me nayên pêçandin’
20 adar, 2024   03:37
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Di 20’ê çile 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Efrînê kir. Di êrişên dewleta Tirk gelek komkujî û kiryar pêk hatin. Di 8’ê Adarê 2018’an de, di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Tirindê de 3 zarok şehîd bûn.

Hisen (16), Hele (14) û  Ferhada (11) salî şehîd bûn. Her wiha Reşîd (9) jî birîndar bûbû.

Dayika bi navê Binefş Cimo ya ji gundê Tirindê yê Efrînê ye. Binefş di Berxwedana Serdemê ya 58 rojan de cihê xwe girt, her wiha di encama topbarana dewleta Tirk de 3 zarokên wê bûn qurbanî. Niha jî li gundê İm Huşê yê Şehbayê bi zaroka xwe ya 9 salî re dijî.

‘LI HEMBERÎ HEMÛ KIRYARAN Û SÛCAN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊ DENG IN’

Dayika Binefş tevî 4 zarokên xwe li Efrînê, mîna her kesî bi ewlehî dijîn. 3 kur û keçeke Binefşê hene. Hevjînê Binefşê li Efrînê di Asayîşê de xebat dida meşandin. Lê dewleta Tirk dixwest ewlehiya herêmê têk bibe.

Binefş wiha dibêje: “Ruxmî her zehmetiyên jiyanê em bi ewle bi hev re dijiyan. Lê di rojekê de balafirên dewleta Tirk êrişî Efrînê kir. Di encama van êrişan de gelek kiryar pêk hatin û hêzên navneteweyî bê deng bûn. Min nizanî ku rojekê topên dewleta Tirk bibin sedema kuştina zarokên min jî. Her ku ew roj tê bîra min, kîn û nefreta min li hemberî dewleta Tirk zêdetir dibe. Di 8’ê Adarê de bû. Zarokên min ji min re gotin dayê ji bo me xwarinê amade bike da ku em bixwin û derbasî binerd bibin. Di wan kêliyan de topbaran bê navber li ser gund hebû.”

Binefşê wiha domand: “Dema ez derbasî cihê xwarinê bûm da ku xwarinê amade bikim, dengê topan gelekî bi hêz bû. Tenê ez derketim, min bang li zarokên xwe kir, lê tenê min çermê wan û hestiyên wan dîtin. Ez êdî nikarim bi tu tiştî hîs bikin. Min di wê kêliyê de 3 zarokên xwe winda kirin. Zarokê min ê biçûk jî birîndar bû.”

‘HÊVIYA HER JINEKÊ YE KU VEGERE WARÊ XWE’

Binefşê wiha destnîşan kir: “Piştî ku min zarokên xwe winda kir û 58 roj ji berxwedanê derbas bûn, di şevekê de me berê xwe da çiyayê Ehlem ku min nezanî min zarokên xwe li şûna xwe hiştin an jî Efrîn. Bi min gelekî zehmet bû. Her wiha hevjînê min jî niha li me napirse.”

Binefşê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ruxmî êrişên her roj a dewleta Tirk li ser Şehbayê me li vir rêyek tenê hilbijartiye, ew jî rêya berxwedanê ye. Hêviya me vegera li Efrînê ye, em ê têkoşîn bikin heya em vedigerin Efrînê.”

ANHA