‘Pêwîstiya Sûriyeya pêşerojê bi destûreke demokratîk heye’

Şêniyên bajarê Girkê Legê banga sazkirina destûreke nû ji bo Sûriyeyê ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyan misoger bike kir. Şêniyan teqezî bi rêzigrtina ji pirrengiya neteweyî û olî re û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan da.

‘Pêwîstiya Sûriyeya pêşerojê bi destûreke demokratîk heye’
20 kanûn, 2025   05:05
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku pêwîstiya qonaxa bê ya Sûriyeyê bi çareseriyên bingehîn heye ku ew jî bi rêya sazkirina destûreke pirreng û sîstemeke demokratîk pêk tê.

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Mihemed Cemîl got tunebûna îtîrafeke destûrî bi mafên Kurdan û paşguhkirina herêmên wan bû yek ji sedemên krîzên li Sûriyeyê û got: “Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên siyasî, çandî û civakî yên Kurdan û pêkhateyên din misogerkirî bin.”

Cemîl wiha domand: "Her destûrek ku ne li gorî pirrengiya Sûriyeyê be û maf û azadiyan bi awayekî wekhev misoger neke, nikare aramiyê pêk bîne. Ji bo rêvebirina Sûriyeyê di qonaxa bê de sîstema demokratîk a pirreng nimûneya herî guncaw e.”

Welatî Hemrîn Cangîr jî teqezî bi misogerkirina mafên jinan di destûrê de û beşdariya wan di jiyana siyasî û civakî de da û got: "Misogerkirina mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk e."

Hemrîn Cangîr teqezî bi rêzgirtina ji pirrengiya neteweyî û olî re û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan di destûrê de, da.

Welatî Metîn Elî jî diyar kir ku ji bo Sûriyeya pêşerojê destûreke demokratîk ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên din misoger bike, pêwist e.

Elî got îtîrafa destûrî ya bi mafên pêkhateyan dikare dewleteke bi edalet û wekhevî ava bike û paşguhkirina bi deh salan bi dawî bike. Elî di dawiya axaftina xwe de got bê destûreke giştî pêşeroja Sûriyeyê rast nabe, her wiha bi destûreke giştî nakokî bi dawî dibin û pêşî li hevbeşiyê tê vekirin.

(mh)

ANHA