Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin

Li bajarê Hesekê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, ahenga imzekirina pirtûkên nivîskar Helîm Yûsiv li dar xist.

Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
Li Hesekê pirtûkên Helîm Yûsif hatin imzekirin
19 kanûn, 2025   20:18
HESEKE

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê ahenga imzekirina pirtûkên nivîskar Helîm Yûsiv li dar xist, bi dehan rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn.

Endamê yektitiyê Ebdilwehab Pîranî der barê ezmûna nivîskar Helîm Yûsiv a nivîkariyê de axivî û diyar kir ku çîrok û romanên wî êş û pirsgirêkên civka Kurd vedibêjin.

Nivîskar Helîm Yûsiv jî der barê ezmûna xwe de axivî û got: "Ber eger me xwestiba pitûkên xwe belav bikin, em li cihên tartî kom dibûn, lê îro va em bi azadî kom dibin, derbarê nivîsên xwe û ramanên xwe de diaxivin. Em spasdarên fedekariyên mezin in ên ku bûne sedemê lidarxistina vê çalakiyê."

Piştre nivîskar Helîm Yûsiv 15 pirtkên xwe yên ji weşanên Şilêrê ji beşdaran re imze kirin.

(k)