‘Pêwîstî bi rojnamevanên mîna Dilîşanê heye’

Jinên ji Dêrazorê rojnamevana şehîd Dilîşan Îbiş bi bîr anî û got pêwîstî bi rojnamevanên mîna Dilîşanê heye ku êş û pirsgirêkên jinan vebêjin.

‘Pêwîstî bi rojnamevanên mîna Dilîşanê heye’
12 cotmeh, 2024   12:29
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Çeteyên DAIŞˈê 12ˈê Cotmeha 2017ˈan 2 erebeyên bombekirî di nava sivîlên ji Dêrazorê yên ji ber zilma wê direviyan de li ser rêya Hesekê-Dêrazorê teqandin. Di encama êrişê de nûçegihanên ajansa me ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed ku bûyer dişopandî şehîd bûn. Nûçegihanê me Rizgar Deniz jî bi giranî birîndar bû û 18ˈê Kanûna heman salê şehîd bû.

Dilîşan bi israr bû ku êş û azarên ku jin ji ber zilma DAIŞˈê dikişînin, ragihîne û cihê xwe di dilê tevahî jinên Dêrazorê yên ku ew nas kiriye, hiştiye.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sefa El Ehmed şehîd Dilîşan di salvegera wê ya 7ˈan de bi bîr anî û got: "Bi navê xwe û navê tevahî jinên ji Dêrazorê ez êrişa çeteyên DAIŞˈê ya ku sedema şehîdxistina Dilîşanê, bi tundî şermezar dikim."

Sefa El Ehmed anî ziman ku hebûna rojnamevanên mîna Dilîşanê ku rewşên zehmet ên jin û koçberan bişopînin, girîng e û got: "Hedefkirina rojnamevanan hedefkirina dengê heqîqetê, bi taybetî dengê jinan e. Divê mafên rojnamevanan li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî werin parastin."

Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Sebha El Ecac êrişên li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û wiha domand: "Rewşa ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe hewcedarî keda rojnamevanan e. Pêwîstiya me bi rojnamevanên mîna Dilîşan heye ku rewşa jinan û bandora şer a li ser wan ragihînin."

Sebha şehîdxistina Dilîşan bi sûcekî şer bi nav kir û soza şopandina xeta wê ta pêkanîna xeyalê wê da.

Sebha El Ecac bi domdarî got: "Di rewşa heyî de divê dengê tevahî jinan were bihîstin. Divê em bibin beşek ji pêkanîna guhertina erênî. Divê em rê nedin ku dengên me werin fetisandin. Divê em ji bo edalet û wekheviyê kar bikin, ji ber ku rola jinan di ragihandinê de gaveke bingehîn ber bi avakirina civakeke hevseng û adilane ye."

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Heyat El Ehmed êrişên li ser rojnamevana şermezar kir û got: "Ev êriş sûc in û li dijî qanûnên mafên mirovan e. Di heman demê de hewldanek ji bo bêdengkirina dengê heqîqetê ye. Hedefkirina rojnamevanan hedefkirina azadî û mafên gelan ên naskirina rastiyan e."

Heyat El Ehmed anî ziman ku Dilîşan û rojnamevanên din ên şehîd dengê wijdana civakê ne.

(bb)

ANHA