Pêvajoya yekemîn a sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Dêrazorê bi dawî bû

Saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê, pêvajoya yekemîn a sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc bi dawî kir. Veguhêzên hatine bicihkirin, di ceribandinê de ne û dûre dê bi tora giştî ve werin girêdan.

Pêvajoya yekemîn a sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Dêrazorê bi dawî bû
9 mijdar, 2023   15:12
DÊRAZOR

Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê ji bo sivikirina fişara li ser tora kehrebeyê li rojhilatê Dêrazorê û zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê, ji destpêka Tîrmehê ve, dest bi projeya sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc a li bajarokê Xiranîc kiriye.

Aliyên têkildar pêvajoya yekemîn a sererastkirina veguhêza 30 mêgawat bi dawî kir. Li gor rêveberiya stasyonê, çaverê ye ku xebatên sererastkirina veguhêza duyamîn di dema bê de pêk werin.

Li gorî gerînendeyê stasyonê Hisên El Mezhûr, di pêvajoya yekemîn de, stasyon dê kehrebe bide herêma ji bajarokê Derenc heta Baxozê.

El Mezhûr diyar kir ku di pêvajoya duyemîn de, wê xeta 232 a ji Reqayê tê, veguhêza duyemîn a stasyona Xiranîc bê sererastkirin.

Sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc, yek ji projeyên herî girîng li rojhilatê Dêrazorê ye ji ber ku kehrebeyê dide şêniyan, kooperatîfan û stasyonên avê.

(şx)

ANHA