Banga tevlêbûna çalakiyan li şêniyên Hesekê hat kirin

Berdevkê Komîteya Amadekar a çalakiyên konvedanê ya li kantona Hesekê Farûq Tozo bang li şêniyên kantonê kir ku bi girseyî tev li çalakiya sibê werin lidarxistin bibin.

Banga tevlêbûna çalakiyan li şêniyên Hesekê hat kirin
9 mijdar, 2023   15:05
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên ku dê li ser asta kantona Hesekê ji sibê ve dest pê bikin aşkera kir. 

Çalakî dê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî,  ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî de, ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve werin lidarxistin.

Konê çalakya navendî li nêzî çerxerêya El Sebax a bajarê Hesekê hatiye vedan. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê û berdevkê Komîteya Amadekar a Çalakiyan, Farûq Tozo diyar kir ku çalakî wê 7 rojan berdewam bike.

Çalakiya konvedanê sibê înê bi beşdariya sazî û meclisên kantonê Hesekê dest pê dike. Têkildarî wê Farûq Tozo wiha anî ziman: “Sibe wê gelek çalakî bên lidarxistin.”

Tozo wiha domand: “Sibê wê tevlêbûn li gor bernameyeke diyar ji tevahî navçe, bajarokên kantona Hesekê hebe.”

Tozo bang li şêniyên kantonê kir ku tev li çalakiya konvedanê bibin.

(şx)

ANHA